Li Wan û Êlihê hin gund hatin karantîna kirin

Li Wan û Êlihê sê gund, di çarçoveya tevdîrên tendirustîyê de hatin karantîna kirin.

Navenda Nûçeyan - Qeymeqamê bajarokê Sasonê yê Êlihê da xuyakirin, du gundên girêdayî bajarokê wan, bi armanca pêşîgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê hatine karantîna kirin. Da zanîn, testên çend kesên ku ji derve derbasî gundan bûne pozîtîf deketine û ji ber vê ketin û derketina wan gundan hatîye qedexe kirin.

Li alîyê din Parezgarîya Wanê jî daxuyakirin, gundekî girêdayî bajarokê Rêya Hevrişîmê hatîye karantîna kirin. Da zanîn, şeş pêketîyên korona li gund hatine tomarkirin û ji ber vê ketin û derketina gund bo heyama 14 rojan hatîye qedexekirin.

Duh jî, Desteya Tendirustîyê ya Bajarokê Sergolê yê Semsûrê biryara karantîna kirina sê gundan û karantîna kirina navenda bajêr jî bo heyama 14 rojan dabû.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin