Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin

Li herdu parêzgehên wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin. Li ‎gor daxuyanîyekê ku ji alîyê Şarderîya Wanê ve hatîye belavkirin, li wê parêzgehê ji ber berfa zêde ‎rêyên 359 gundan hatine girtin.‎

Navenda Nûçeyan- Li gor Şaredarîya Wanê, ji şeva derbasbûyî ve heta vê sibê Duşemê barîna berfê li beşeke zêde ya navçeyê berdewam bû û ji ber vê yekê li bajarokên Şax û Payîzava rêyên hemû tax û gundên derdorê hatine girtin.

Herwiha li navenda bajarê Wanê jî berfeke zêde barîya ye û bandoreke nerênî li jîyana rojane ya welatîyan kirîye.

Ji ber berfê îro li 5 bajarokên Wanê dibistan hatin girtin û bo perwerde û fêrkarîyê rojek navber hat dayîn.

Li parêzgeha Bedlîsê jî ji ber berfê rêyên 84 gundan hatine girtin. Li wê parêzgehê tîmên paqijkirina rêyan li ser karên xwe berdewam in û hewl didin rêyan vekin.

Rûdaw

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin