Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 520 kes bi Covîd-19ê mirine

Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê duh 59 kes mirine û nexweşî li 1 hezar û 832 kesên din peyda bûye.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirîye.

Li gorî van daneyan li Tirkîyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 1 hezar û 832 kesên din hatîye dîtin. 59 kesên din mirine ku hejmara mirîyan gihîştîye 3 hezar û 520an. Her weha 5 hezar û 119 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 33 hezar û 283 kesan hatîye kirin.

Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 204 hezar û 421 kesan çêkirine. 129 hezar û 491 kes nexweş ketine.

Dermankirina hezar û 338 kesan li beşên nexweşîyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 707, ya nexweşên baş bûne 73 hezar û 285 e.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist