Li Tirkîyeyê di rojekê de 19 kes bi Covîd-19ê mirine

Li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 182 hezar û 727 kes bi Covîd-19ê ketine û bi zêdebûna 19 kesan ve hejmara mirîyan gihaştîye 4 hezar û 861an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirîye.

Li gor zanyarîyên hatine eşkere kirin li Tirkîyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 429 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara mirîyan gihîştîye 4 hezar û 861an. Her weha  hezar û 261 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 52 hezar û 901 kesan hatîye kirin.

Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 773 hezar û 904 kesan çêkirine. 182 hezar û 727 kes nexweş ketine. 4 hezar û 861 kes bi Covîd-19ê mirine.

Dermankirina 745 kesan li beşên nexweşîyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 306, ya nexweşên baş bûye 154 hezar û 640e.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist