Li Tirkiyeyê destdirêjiya li ser zarokan du qatan zêde bûye

.

Piştî kuştina Narîna Gurana 8 salî, tawanên li dijî zarokan tên kirin ket rojeva Tirkiyeyê.

Li gorî amarên Tomatên Edlî yên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, di nava 8 salan de destdirêjiyên li ser zarokan li wî welatî du qatan zêde bûne.

Tenê di sala 2023yan de derbarê tawanên destdirêjiyên li ser zarokan 66 hezar û 138 dosya hatine tomarkirin.

Piştî kuştina Narîna 8 salî, mijara zêdebûna tawanên li dijî zarokan li Tirkiyeyê û bala raya giştî kişand ser xwe.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, ji sala 2015an heta 2023yan dosyayên destdirêjiyên li ser zarokan du qatan zêde bûne.

Dosyayên destdirêjiyên li ser zarokan di sala 2015an de 100 bûn, sala 2016an 116, sala 2017an 129, 2018an 167, sala 2019an 183, sala 2020an 136, sala 2021an 179, sala 2022yan û 2023yan 194 bûn.

Li gorî heman daneyan, sala 2023yan 66 hezar û 138 dosyayên derbarê destdirêjiyên Ii ser zarokan hebûn.

Par 40 hezar û 713 dosya hatin vekirin

Ji wan dosyayan 25 hezar û 425 yên salên beriya wê bûn.

Tenê sala 2023yan dosyayên ku bi wê tawanê hatîn vekirin 40 hezar û 713 dosya bûn.

Di raporê de ji bilî lêpirsînê hûrgiliyên dosyayên dozgeriyê yên ku veguherîn dozê jî cih digirin.

Hejmara dosya, bersûc û tawanên ku di çarçoveya dozên li dadgehên cezayê de biryar li ser hatiye dayîn wiha ne:

Sala 2023yan ji ber tawanên destdirêjiya li ser zarokan, derbarê 14 hezar û 919 dosyayan biryar hatiye dayîn.

Derbarê 6 hezar û 656 dosyayan biryara girtinê hatiye dayîn.

Derbarê 6 hezar û 211 dosyayan biryara berdanê hatiye dayîn.

Li gorî daneyan di 342 dosyeyan de biryara dawî hatiye paşxistin û di hezar û 710 dosyayan de biryarên cuda hatine bicihkirin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin