Li Tirkîyê yên dibêjin “Em Kurd in” 2 qatan zêde bûne

Li gor lêkolîneke rapirsîyê, li Tirkîyê rêjeya kesên xwe wek "Kurd" binav dikin û şanazîyê bi nasnameya xwe dikin, di heyama deh salan de du qatan zêde bûye.

Navenda Nûçeyan- Kompanîya Rapirsîyê KONDA, raportek derbarê encamên lêkolîna sala 2018an de aşkera kir û daneyên deh salên dawî anîn ber hev. Di raportê de, nasnameya pêkhateyan, asta perwerde, aborî û tevlibûna civakê tê lêkolînkirin.

Li gor encaman, welatîyên Tirkîyê ji sedî 75 xwe wek netewe û nasnameya Tirk binav dikin, ji sedî 16-19 xwe wek netewe û nasnameya Kurd binav dikin û sedî 2 jî xwe wek Zaza binav dikin. rêjeya Ereban ji sedî 3 ye, yên dibêjin ku ji netewên din in jî sedî 3 ne.

Li gor lêkolînê, berî deh salan rêjeya kesên xwe wek Kurd binav dikirin, dora ji sedî 9 bû, lê niha bûye ji sedî 16-19.

Raport dide zanîn, ev rêje tenê ne bi ji hejmarên jidayîkbûnê ve girêdayî ne, di salên dawî de yên nasnameya xwe bi aşkera dibêjin zêde bûne û bi wê jî şanazîyê dikin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê