Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina derketine derve qedîya

Sînordarkirina derketina derva ya 4 rojî ya ku di çarçoveya tedbîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) de li 81 bajêrên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê dihat sepandin qedîya.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina derketina derva ya ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê roja erefeyê dest pê kir û li 81 bajêran seranserê cejna Remezanê hat sepandin qedîya.

Hat ragihandin ku li tevahîya Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi giştî xelkê guh dan sînordarkirina derketina derve, lê beşeke biçûk a xelkê rênimayîyên qedexeyê binpêkirin.

Seranserê sînordarkirina derketina derva ya 4 rojî de derheqê 47 hezar û 831 kesên ku rênimayîyên qedexeyê binpêkirin de karûbarên edlî û îdarî hatin kirin. 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist