Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê par 344 pirtûkên Kurdî hatin weşandin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê par 61 hezar û 512 pirtûk hatin çapkirin û ji wan 344 pirtûk bi Kurdî ne.

Navenda Nûçeyan - Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê amarşn nimreya pirtûkên standart ên navneteweyî (ISBN) yên par eşkere kirin.

Li gor vê hejmara materyalên ku di 2019an de hatin weşandin, li gor 2018an ji sedî 2,1 zêde bû û derket 68 hezar û 544an, hejmara pirtûkên ku hatin çapkirin jî 61 hezar û 512 pêk hat.

Weşangeran par ji bo 61 hezar û 512 pirtûk, 415 pirtûkên elektronîk (DVD, VCD, CD), 6 hezar û 72 pirtûkên ser webê, 186 pirtûkên hatine xwendin (kaset, CD, DVD) û 369 materyalên din ISBN standin.

Mijarên materyalên ku di 2019an de hatine çapkirin ji sedî 28,3 perwerde, ji sedî 18,2 edebîyata honandî ya mezinan, ji sedî 16,7 akademîk, ji sedî 16,3 çanda mezinan, ji sedî 15,1 zarok û ciwanî û ji sedî 5,4 jî ji bawerîyê pêk tê.

Materyalên ku hatine weşandin zimanên wan ji sedî 90 Tirkî, ji sedî 6,6 Îngilizî, ji sedî 0,5 Kurdî ne ku dike 512 pirtûk. Herwiha ji sedî 2,9 jî zimanên din in.

Hejmara bandrolên pirtûkan ên ku hatine firotin jî salane ji sedî 3,2 zêde bû û derket 423 milyon û 602 hezar û 828 heban.

Rudaw

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê