Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, jibo 31 bajaran, qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, bo 31 bajaran, ji bo rojên şemî û yekşemê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Wezareta Navxweyî da xuyakirin, nanxane, binkeyên tendirustî û dermanxane vekirî dimîn in.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, bo duyemîn car, di 2 rojên dawîya hefteyê de, qedexeya derketina derve bo 31 bajaran tê ragihandin. Ji ber alozîyên di qedexeya berê de rû dabûn dubare nebin, Wezareta Navxweyî danezanek belav kir.

Da xuyakirin, bi beşdarîya Parêzgar, qeymeqam û şaredar û desteyên tendirustîyê komîteyek rêvebirinê tê sazkirin û di dema qedexeyê de, hemû berpirsîyarî liser wê komîteyê ye.

Herweha hat ragihandin, di dema qedexeyê de, nanxane, dermanxane û hemû binkeyên tendirustî yên ehlî û hikûmî vekirî dimînin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin