Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan %17 kêm bûye

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan di meha Tebaxê ya 2021ê de li gor meha Tebaxê ya 2020ê %17 kêm bûne.

Saziya Amarên Tirkiye (TUIK), amarên firotina xaniyan ên meha Tebaxê eşkere kir. Li gor TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxê ya 2021ê de 141 hezar û 400 xanî hatine firotin. Sala par di meha Tebaxê de 170 hezar û 408 xanî hatibûn firotin. Firotina xaniyan li gor sala par %17 kêm bûn.

Xanî herî zêde li bajarê Tirkan hatine firotin û herî kêm jî li bajarê kurdan hatine firotin. Stenbol bi firotina 24 hezar û 286 xaniyan di rêze yekem de ye, Enqere bi firotina 13 hezar û 642 xaniyan di rêze duyem û Îzmîr bi 7 hezar û 731 xaniyan di rêza sêyem de ye.

Bajarên Bakurê Kurdistanê, Colemerg bi firotina 16 xaniyan di rêza dawî de û Erdexan jî bi firotina 28 xaniyan rêzekê di pêş wê de cî girt.

Herwiha firotina xaniyan di 8 mehên destpêkê yên sala 2021ê de li gor 8 mehên destpêkê yên sala 2020ê jî %21.7 kêm bûne.

Firotina hejmara xaniyan di meha Tebaxê ya sala 2021ê bo kesên biyanî ku ne welatiyê Tirkiyê ne %50.7 zêde bûne. Di meha Tebaxê de 5 hezar û 866 xanî bo kesên biyanî hatine firotin. Sala par di meha Tebaxê de 3 hezar û 983 xanî hatibûn firotin.

Kesên biyanî di meha Tebaxê de herî zêde xanî li Stenbolê kirîne, ku hejmara wan 2 hezar û 729 in.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da