Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 74 kes bi koronayê mirin  

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 205 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 74 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 128 hezar û 387 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 9 hezar û 205 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 74 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 10 hezar û 282 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 683 hezar û 971 kesan û 28 hezar û 432 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 556 hezar û 785 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 32 milyon û 939 hezar û 661 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan
Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin
HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike
3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê
Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye