Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 64 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 461 kesan bi vîrusa koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 614 kesên din bi vîrusa Korona yê ketin û 64 kesên din jî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihişt 127 hezar û 659 kesan. Herwiha hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihişt 3 hezar û 461 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê amarên her bajarekî belav nake, lê Serokê Jûra Bijişkan a Dîyarbekirê ji K24ê re dabû zanîn, li gor zanyarîyên wan, heta niha li Dîyarbekirê di navbera 500 ta 550 kesan bi vîrusa Koronayê ketine, nêzîkî 24 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe