Li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkîye û Bakûrê Kurdistanê 23 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 914 kesên din bi koronayê ketine û 23 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 170 hezar û 132 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 4 hezar û 692 kesan.

Wezîrê Tendirustîyê dîyar kir jî, 137 hezar û 969 nexweş Koronayê jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist