Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 211 kes bi koronayê mirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 49 hezar û 584 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 211 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 271 hezar û 547 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 49 hezar û 584 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 211 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 28 hezar û 498 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 579 hezar û 185 kesan û 32 hezar û 667 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 159 hezar û 475 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 40 milyon û 83 hezar û 142 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin