Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 193 kes bi koronayê mirin

.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 42 hezar û 551 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 186 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 245 hezar û 496 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 42 hezar û 551 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 193 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 25 hezar û 627 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 529 hezar û 601 kesan û 32 hezar û 456 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 130 hezar û 977 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 39 milyon û 811 hezar û 595 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin
PWK: Cejna Rojîya Êzî Ya Kurdên Êzdî Pîroz Be
ENKSê di Cejna Êzî de: Mafên Êzidiyan rewa ne û divê bên parastin
Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin
Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî