Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê derbarê heyama 24 saetên dawî yên Koronayê de daxuyanîyek belav kir û di wê daxuyanîyê de aşkere kir di 19 kesên din bi Koronayê mirine û û 989 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja duşemê 08.06.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, ji ser hesabê xwe yê Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 aşkere kir.

Fahrettîn Koca belav kirine, di maweyê 24 demjimêran de 19 kes bi COVID-19ê mirine û 989 jî bi wê vîrusê ketine û 3 hezar û 411 kes jî baş bûne.

Heta niha jimara pêketîyên Koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihiştîye 171 hezar û 121 kesan û jimara mirîyan jî gihişt 4 hezar û 711 kesan.

Herwiha li gor daxuyanîya Koca heta niha 141 hezar û 380 nexweşên Koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist