Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawî de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê mirîye.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja çarşemê 10.06.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Twittetê dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 aşkere kir.

Fahrettîn Koca ragihandîye , di maweyê 24 saetên dawî de 17 kes bi COVID-19ê mirine û 922 jî bi wê vîrusê ketine û 2 hezar û 241 kes jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, jimara pêketîyên Koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gihiştîye 173 hezar û 36 kesan û jimara kesên bi Koronayê mirine jî  gihiştîye 4 hezar û 746 kesan.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist