Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 1,304 kes bi koronayê ketin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di maweyê 24 demjimêran de 1,304 kes bi koronayê ketin û 21 kes jî bi wê vîrusê mirin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya Twitterê dawîna amarên qurbanî û pêketîyên vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor zanyarîyên hatine belavkirin, di maweyê 24 demjimêran de li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 1,304 tûşbûyên nû yên koronayê hatine tomarkirin, 21 kes bi koronayê canê xwe ji dest dane û 1,382 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê heta niha 184,031 kes bi koronayê ketine, 4,882 kesan canê xwe ji dest dane û 156,022 nexweşên koronayê jî baş bûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist