Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 125 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 demjimêran de 125 kesan canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 801 pêketîyên din ên koronayê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, dawîn amara pêkatî û qurbanîyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) belav kirin.

Li gor daxuyanîya Fahrettîn Koca, di heyama 24 demjimêran de, 125 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane , 40 hezar û 427 test hatine kirin ku ji wan 4 hezar û 801 pêketîyên din ên koronayê hatine tomarkirin û herwiha 1415 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî hejmara kesên li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi koronayê canê xwe ji dest dane, gihişt 1518 kesan û hejmara pêketîyan jî bû 69 hezar û 392 kes.

Li gor dawîn amaran, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, heta niha, 1643 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane, 74 hezar û 193 kes bi koronayê ketine,  7 hezar û 89 pêketîyên koronayê baş bûne.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist