Li Tirkîyê qedexeya li ser Wikipediayê radibe

Li Tirkîyê piştî sê salan qedexeya li ser ansîklopedîya înternetê Wikipediayê radibe.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkîyê sedemên biryara xwe ya qedexekirina Wikipediayê weke binpêkirina azadîya fikr û ramanê nîşan dabû eşkere kir. Piştî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkîyê gihîşt ber destê Sazîya Biryarên Ragihand û Teknolojîyê (BTK) qedexeya li ser Wikipediayê rabe.

Dadgeha Destûra Bingehîn di 26ê Kanûna 2019an de serlêdana şexsî ya ansîklopedîya înternetê, Wikipediayê nirxandibû û dîyar kiribû ku azadîya fikr û ramanê hatîye binpêkirin.

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê malpera Wikipediayê ji 9ê Nîsana 2017an ve hate qedexekirin. Wikipedia yek ji wan malperan e, ku li seraserê cihanê li ser gellek babetan agahî û zanyarîyên berfireh belav dike. Li Tirkîyê jî herî zêde xwendekar, rojnamevan û akademisyen sûdê ji  vê malperê werdigirin. 

Biryara girtina vê malperê herî zêde ji alîyê xwendekar, rojnamevan û akademîysena we tê rexne kirin, ku malpera navborî ji bo wan alîyan çavkanîyeke girîng ya agahî û zanyarîyan bû. 

Wikipedia bi hinceta ku agahîyên piştgirîya “rêxistinên terorî dikin” li ser belav dike û Wikimediayê ew agahî ranekirine hatibû qedexekirin.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist