Li Tirkîyê hejmara tûşbûyên bi Koronayê gihişt 5 kesan

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê ragihand ku hejmara kesên li wî welatî tûşî vîrusa Koronayê bûne gihişt 5 kesan. Herwiha geştên asmanî bo 9 welatan jî hatin ragirtin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrên tendirustî, dad û guhestinê yên Tirkîyê derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de konferanseke rojnamevanîyê encam dan.

Wezîrê Tendirustîyê Fahrattîn Koca, ameje bi wê kir ku berî niha 2 haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin û aşkere kir ku 3 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine li wî welatî.

Fahrettîn Koca aşkere kir ku ew her sê haletên nû jî ji derdor û malbata heman wan her du kesên ku berî niha bi Koronayê ketine, hatine tomarkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul jî di wê konferansê de hejmareke biryarên bi mebesta rûbirûbûna vîrusa Koronayê aşkere kirin û got ku hemû seredanên bo girtîgehan bo maweyê 2 hefteyan hatine rawestandin. Gul dîyar jî kir ku ew ên li girtîgehan nîşanên nexweşîyê yê li gel bin jî dê di cihekî taybet de bên girtin.

Wezîrê Guhestin û Jêrxaneyê Cahit Turan jî amaje bi wê kir ku bi berdewamî xebatên ji bo pakkirina wesayîtên guhestinê tên kirin.

Turan herwiha ragihand ku di çarçova tedbîrên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de geştên asmanî bo welatên Spanya, Norweç, Denmark, Belçîka, Awustirya, Swêd û Holandayê hatine rawestandin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist