Li Tirkîyê hejmara mirîyan ji ber vîrusa korona zêde dibe

Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 23 kes bi vîrusa Korona mirin, hejmara mirîyan bû 131 kes.

Navenda Nûçeyan - Şeva borî Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca daneyên nû yên derbarê vîrusa  Koronayê de belav kirin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê hejmara testên ku heta naha hatine kirin 65 hezar û 446 in û hejmara pêketîyan jî gihiştîye 9 hezar û 217an.

Herwaha dîyar kir, di 24 demjimêrên borî de 23 kesan canê xwe jidest dane, bi vî awayî hejmara kesên bi virusa Korona li Tirkîyê canê xwe jidest dane gihîşt 131 kesan.

Ragihand jî, 568 nexweş di beşa nexweşîyên giran de ne. 394 nexweş entubasyonê de ne. Hejmara nexweşên ku heta nuha ji Koronayê rizgarbûne jî bû 105 kes.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin