Li Tirkiyê dabînkirina beşek amûrên neştergeriyê hatin rawestandin

.

 Kompanyayên amûrên tendirustiyê yên neştergeriya ortopedî û mejîpişt ragihandin ku dabînkirina amûrên tendirustiyê bo navendên tendirustiyê rawestandine.

Kompanyayên amûrên tendirustiyê yên neştergeriya ortopedî û mejîpiştê roja Înê 3ê Kanûnê ragihandibûn ku eger ligel wezaretan negihin rêkeftinê dê roja Duşemê 6ê Kanûnê dabînkirina amûrên neştergeriya ortopedî û mejîpiştê rawestînin.

Kompanya, sendîka û komeleyên kompanyayên amûrên tendirustiyê, ji Wezareta Tendirustî, Wezareta Darayî û Saziya Tendirustiyê re daxwaznameyek şandibûn daku bihayên amûran bên nûjenkirin û pereyên wan di wextê xwe de bên dayîn. Kompanyayan, daxwaz kiribûn bihayê amûran li gor enflasyonê %112 bê zêdekirin û di nav 60 rojan de pereyên wan bên dayîn. Eger daxwazên wan neyên bicîhkirin, ew êdî nikarin amûrên neştergeriya ortopedî û mejîpiştê bo navendên tendirustiyê dabîn bikin.

Bi sekinandina amûran êdî metirsî heye neştergeriyên ortopedî û mejî neyên kirin. Herwiha eger heye kompanyayên sektorên din jî biryareke wiha werbigrin.

Di vê derbarê xwediya kompanyaya amûrên tendirustiyê Feride Eda Çalikuşu got: “Kompanyayên neştergeriya ortopedî û mejîpiştê îro dabînkirina amûran rawestandin. Sektorên din jî di rê de ne. Sektora medîkalê bi mehan e nikarin pereyên xwe werbigrin. Pirsgirêka dana pereyan heye û pêwîst bû bandor li xelkê nekira. Êdî hêza me nema.”

Xwediyê kompanyaya amûrên tendirustiyê Galip Karaoglu jî dibêje: “Min hawirdeya xwe ya herî dawî îro kir. Ez êdî amûrên nû nayînim. Kredî, bac û xercî di asta herî bilind de ne. Heta ez deynan xilas nekim, hawirdê nakim. Ji vê demjimêrê pê de eger bifroşim, dê têk biçim.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin