Li Tirkiyê cotkar serê dekarek genim 350 lîre zerar dikin

.

Parlamenterê CHPê yê Kirklaerliyê Turabi Kayan got: “Li Trakya (herêma li ser sînorê Yunan) xerciyên serê her dekarek genim hezar û 850 lîre ye, cotkar jî hezar û 500 lîre qezenc dikin. Cotkar serê her dekarek genim 350 lîre zerar dikin.”

Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê li Tirkiyê û cîhanê qeyrana genim kûrtir dibe û bihayê nan zêde dibe. Parlamenterê CHPê yê Kirklareliyê Turabi Kayan, pirsgirêkên cotkarên Trakyayê li Parlamentiya Tirkiyê xistin rojevê û li ser axifî. Kayan got: “Li Trakyayê xerciyên serê dekarek genim hezar û 850 lîre ye, cotkar jî hezar û 500 lîre qezenc dikin. Cotkar serê her dekarek genim 350 lîre zerar dikin. Bila çawa cotkariyê bikin.”

Kayan dibêje: "Serê her dekarek xerciyên genim 20 kîlo zibil 200 lîre, 25 kîlo tov 200 lîre, 30 kîlo zibilê ure 420 lîre, 25 kîlo nitrat 200 lîre, pereyên çinînê 100 lîre, mazot 200 lîre, derman 80 lîre, kirê 450 lîre bi tevahî hezar û 850 lîre ye û li Tirkiyê ji dekarek erd 300 kîlo genim tê ji 5 lîreyan dike hezar û 500 lîre û bi vî awayî cotkar serê her dekarek genim 350 lîre zerar dike."

Kayan herwiha got: “Tirkiye ji neçarî ji derve dexlûdan dikire. Bi heman awayî gulberoj, pincar û pembû jî. 35 milyon donim erdên welatê me vala ne.”

Kurdistan Haberleri

Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye
Par 6 hezar 500 kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye
Mustafa Ozçelîk: Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan, bila derîyê azadî, aştî, demokrasî û edaletê veke!
Rojev - Mijar: Hokar û armancên xwenîşandanên van rojan