Li Tirkîyê 63 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê ragihand ku 63 kesên din ji ber vîrusa Korona li Tirkîyê canê xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya vayrusa Koronayê şeva bûrî ragihand ku 63 kesên din ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

bi vî awayî jî hejmara pêketîyan gihişt 15679 kesan, ya mirîyan gihişt 277 kesan. Hejmara kesên ku dermankirina wan qedîya û ji Korona rizgar bûn gihişt 333 kesan.

Wezîrê Tendirustîyê Koca ragihand ku ji sedî 80 ji kesên ji ber vîrusa Korona canê xwe ji dest dane temenê wan bi ser 60î re ye

Herwiha Koca ragihand ku herî zêde pêketîyên bi vîrusa Korona li Stenbolê hatin dîtin û piştre jî Îzmîr û Enqere tên.

Wezîrê Tendirustîyê Koca amaje bi wê da, di nava pêketîyên bi Korona de rêjeya mirinê ji sedî 1,58 e. Di vî warî de Tirkîye li binê gelek welatan in.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin