Li Tirkîyê 2 pizîşkên din bi Koronayê mirin

Li Tirkîyê du pizîşkên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan ku yek li Stenbolê û yê din jî li Denîzlîyê bûye.

Navenda Nûçeyan - Odeya Pizîşkan a Tirkîyê ragihandîye, li Stenbolê Dr. Yavuz Kalayci ku li Navenda Tendirûstî ya Malbatê ya Nîşanca kar dikir û li Denizlî jî Ûrolog Opr. Dr. Cemal Ozkan ê 74 salî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Odeya Pizîşkan a Stenbolê dîyar kir, Dr. Yavuz Kalayci ku li Navenda Tendirûstî ya Malbatê ya Nîşanca kar dikir, canê xwe ji dest daye.

Li bajarê Denîzlî yê Tirkîyê jî Ûrolog Opr. Dr. Cemal Ozkanê 74 salî li nexweşxaneya ku lê çareserî werdigirt bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.

Dr. Cemal Ozkan xanenişîn bû û berî 20 rojan dema nexweş ketibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzlî hatibû razandin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist