Li Tirkiyê 1 dolarê Amerîkî 9 lîreyê Tirkî derbas kir

.

Li Tirkiyê piştî Banka Navendî di 23ê Îlona 2021 de rêjeya faîzê 1 puan daxist, bilindbûna buhayê dolarê Amerîkî li beramber lîreyê tirkî berdewam e. Buhayê dolar ji duh ve heta îro li beramber lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û her dolarek bi  9.01 lîreyê tirkî kirîn û firotin pê hat kirin.

Roja bihorî piştî axaftina Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu li parlamentoya wî welatî, di demjimêrên nîvro de 1 dolarê Amerîkî derket 8.9686 lîreyê Tirkî û piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya piştî civîna kabîneyê jî buhayê dolar bo cara yekem gihîşte 9.0116an û bi vî awayî rekoreke nû tomar kir.

Di heman demê de li hember lîreyê Tirkî euro jî derket 10.42an.

Îro jî bi vebûna bazar û borseyan, buhayê dolarê amerîkî li hember lîreyê tirkî di ser 9 lîreyî re kirîn û firotin pê tê kirin û her dolareke amerîkî bi 9.01 lîreyê tirkî kirîn û firotin pê tê kirin.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 23ê Îlona 2021 de biryara rêjeya faîzê eşkere kir û piştî Gulana 2020an cara yekemîn rêjeya faîzê ji sedî 19 daxist ji sedî 18an.

Di demekê de ku enflasyon her roj li Tirkiyê zêde dibe, daxistina rêjeya faîzê bandoreke nerênî li lîreyê Tirkî kir. Bihayê lîreyê Tirkî li hember dolar berî daxistina rêjeya faîzê 8.65 bû. Piştî daxistina faîzê lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe nêzîkê %3 ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn