Li Til Temirê alozî di navbera hêzên Rûsî û HSDê de derket

Li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên Rûsî û HSDê de li ser hêzên Amerîkî alozî derket.

Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got, duhî dema hêzeka Amerîkî gihîşt bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, alozî di navbera HSD û serbazên Rûsî de derket.

Wî jêderî da zanîn, dema hêza Amerîkî gihîşt Til Temir, serbazên Rûs daxwaz ji HSDê kirine pêşiya wan bigirin û nehêlin li wir bigerin lê HSDê guh neda wan, ji ber wê jî alozî derket.

Bi gotina wî jêderî, hêzên Rûsî gefa wê yekê xwarine ku eger cardin hêzên Amerîkî li wê deverê bigerin, dê ji wir vekişin.

Di çarçoveya rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de, hêzên Rûsî li deverên Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînorên Tirkiyê geştên serbazî dikin bo ku nehêlin di navbera hêzên Tirkiyê û HDSê de şer derkeve.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin