Li Swîsreyê kurdek bûye Serokê Meclîsa Kantona Baselê

.

Meclisa Kantona Baselê ya li Swîsreyê, kurdê bi navê Bulent Pekerman ku ji bajarê Konyayê ye û endamê Partiya Kesk a Lîberal (GLP) e weke serokê nû yê meclîsê hilbijartiye

Li Swîsreyê Bulent Pekerman ku kurdê Konyayê ye bûye Serokê Meclîsa Kantona Baselê.

Bulent Pekerman, di hilbijartinên 11ê mehê de wekî serokê meclîsê hatiye hilbijartin. Di dengdanê de Bulent Pekerman ji 99 parlamenteran dengê 87an wergirtiye. 

Li wî welatî cara ewilî ye ku kesekî koçber dibe serokê parlamentoyê. Pekerman kurdekî ji Konyayê ye û ji gundê Kelhesen a ser bi Qulûyê ye. Pekerman di 15 saliya xwe de koçî Baselê kiriye.

Pekerman berî niha cîgirê seroka heman meclîsê Jo Vergeatê bûye. Pekerman wê di meha Sibatê de dest bi wezîfeyê bike û salekê li ser wezîfeyê be.

Li gorî nûçeya Diyarnameyê demeke dirêj e  Bulent Pekerman di nav siyaseta Kantonê de çalak e.

Di hilbijartinên Meclisa Kantonê de Kurdan piştgirî daye wî. Bulent Pekerman ê 45 salî  du sal in parlamenterê Baselê ye. Wekî pîşe ew mamosteyê ajotina wesayîtan e. Ew di navbera 2009 û sala 2013an jî ketibû meclisa kantonê. Sala dawiyê jî ew di heman demê de waliyê Baselê bû.

*Çavkanî: Diyarname

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be