Li şûna 4 şaredarên HDPyî, qeyûm hatine avêtin

Polîsan şaredarên Peyas, Bismil, Karaz û Erdîş bi “lêpirsîna li ser rêxistinên terorî” desteser kiribûn. Wezareta Navxweyî ji bo şaredarîyan qeyûm wezîfedar kirine.

Navenda Nûçeyan- Li ser şaredarîyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin erkdarkirin. Herwiha li Şaredarîya Erdîş a Wanê jî qeyûm hatîye erkdarkirin.

Danîna qeyûman li ser şaredarîyên Bakurê Kurdistanê yên di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam e.

Hikûmeta Tirkîyê îro ragihand, li ser şaredarîyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin danîn.

Derbarê serokên wan şaredarîyan de bi tohmeta hebûna pêwendî û alîkarîya rêxistina terorê, lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Herwiha li navçeya Erdîş a Wanê jî qeyûm li ser şaredarîya wê navçeyê hatîye danîn. Li gor biryara hikûmeta Tirkîyê, Qaymeqamê Erdêşî, Nûrî Mehmet Beyoglu weke qeyûm hatîye dîyarkirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist