Li Stockholmê Mîtînga Kurdistanî

Miting li dijî rêjîma kevneperest ya Îranê ku êrîş dibe ser xwepêşindanên sivîl ku doza azadî û demokrasîyê dikin li paytextê Swedê Stockholm li dar ket.

Navenda Nûçeyan- Miting li dijî rêjîma kevneperest ya Îranê ku êrîş dibe ser xwepêşindanên sivîl ku doza azadî û demokrasîyê dikin li paytextê Swedê Stockholm li dar ket.

Mitîng ji alîyê alîyê PDKI, Hizbi Demokrati Kurdistan (HDK), Komeleye Shoreshgere Kurdistani Iran û Komalaye Zahmatkeshani Kurdistani Iran hat li dar xistin.

Li mitîngê gelek axaftin hatin kirin. Federasyon komeleyên Kurdistanê li Swedê , HEVKARI (Hevkarîya hêzên Kurdistanî li Swedê ) û Navenda hevkarîya rojhilata Kurdistanê axaftin kirin.

Di axaftinan de rejîma İranê bi tundî hat şermezarkirin û bang  hat kirin ku hemû hêz û dezgehên demokrat, û mafê mirovan, û hêzin aştîxwaz li cîhanê li dijî şovenîya rejîma Îranê  rawestin , her weha ji bo, azadî, demokrasî, edalet û jîyaneke birûmet, piştigrîya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Tev  ku Miting ji ber destûra polis ya çalakîya li meydana Sergels Torg ku tenê roja şemîyê tenê seet  09 ê sibê  de bû , dîsa jî beşdar bi sedan kes bûn.

 

 

Rupela Nu-Stockholm

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist