Li Stockholmê Mele Mustafa Barzanî hat bibîranîn

Mele Mustafa Barzanî ji ber munasebeta rojbûyîna wî li Stockholmê bi civînekê hat bibîranîn. Di civînê de siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetîyên Kurdistanî hatin ba hev

Bi munasebeta 116 saliya rojbûna rêber û lehengê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî, li Stockholmê civîneke bibîranîn hat kirin. Civîn ji aliyê PDK-Iraq hat amade kirin.

Civîn bi xêr hatina mêvanan destpêkir. Ji bo giyanê pak yê Barzanîyê nemir beşdarên civînê deqeyek rawestiyan. Li ser navê Komîteya PDK-Iraq axaftin hat kirin. Ahmet Kakemendî û Dr. Azad Onen li ser jiyan û rola Mele Mustafa Barzanî nîv konferansek pêşkêş kirin.

Di civîna bîranînê de nûnerên partiyên siyasî, gelek rewşenbîr û kesayetîyên civata Kurd li Swêdê beşdar bûn. PAK jî bi wefdek beşdarî civîna bîranînê bû û peyamek da Komîteya amadekar.

 

Ji bo komiteya PDK-I li Swêdê;

Em wek PAK roja ji dayikbûna Mela Mistefa Barzanî pîroz dikin.

Jiyana wî bi têkoşînek bê hempa hatiye xemilandinê. Ew bi tevgera xwe ya welatparêz bû qehremanek netewî û sembolek gelek bi rûmet di dilê gelê Kurd de. Ew îdola xort û keçên kurd, yên ku di rêya azadiya gelê Kurdistanê de xebatê berdewam dikin, e.

Divê, em tevgerên kurd, bi dilsozî û fedekarî, bi niyetek paqij û hestên netewî li doza gelê xwe xwedî derdikevin da ku em karibin rêça Barzanî bi serkeftinên kurd û Kurdistanî bixemilînin.

Em, wek PAK-liqê Swêdê, ji ber pêkanîna vê civîne we pîroz dikin û serkeftina wê dixwazin. Mela Mistefa Barzanî nayê jibîrkirinê.

Bijî azadiya Kurdistanê!

Partîya Azadîya Kurdistanê                                                                                          2019 03-17

PAK-Swed

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî