Li Stenbolê ciwanekî Kurd ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Li Stenbolê ciwanekî Kurd ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Hat ragihandin ku li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn bi destwerdana polîsan hat kuştin.

Li gorî zanyariyan li Zeytînbûrnî ya Stenbolê di navbera 2 malbatan de şer derketiye, polîs dema destwerdana bûyerê kiriye ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn kuştiye.

Xizmê Aydin, Resûl Îzgîn ji medyayê re ragihandiye ku polîs cenazeyê Aydin li nexweşxaneya navçeyê radigirin û cenaze nadin malbatê.

Li gorî agahiyên malbatê dane, piştî cenaze bibin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê wê bişînin Bakurê Kurdistanê, li navçeya Mîdyadê yaa Mêrdînê bispêrin axê.

Malbat dibêje, dixwazin ser bûyerê bigirin, lê ew ê heta dawiyê ji bo tawanbar werin darizandin li pey doza xwe bin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê