Li Stenbolê 4 ciwanên Efrînî hatine desteserkirin

Dezgeha Ewlehîya Tirkîyê li Stenbulê 4 ciwanên Efrînê desteserkirine. Heta niha jî çarenivîsa wan nedîyare .

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, roja yekşemê 24.05.2020an ragihand, di pêncê Gulanê de hewalgirîya Tirkîyê li bajarê Stenbulê 4 ciwanên Efrînî ku ji gundê Aşkan a ser bi nahîye ya Cindirêsê ve ye  desteserkirine, li gor rêxistinê jiber pirisgirêkên civakî û tuhmetên ku ew ciwan ser birêveberîya xweser ve ne, yek ji pêkhateyên ereb ji heman gundî gilî li wan kirîye.

Herwiha ligor rêxistinê ew ciwan ji sala 2012yê ve jiber leşkerîya neçar ji Sûrîyê derketine û ew niha li Stenbolê niştecî ne. Navên wan jî Xalib Mehemed Bekir 37 salî , Ednan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mehemed Wiso 22 salî, Mistefa Ehmed Weysî, 25 salî ye, çarenivîsa wan jî nedîyare.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist