Li Şîyê çekdarên Emşat dest danîne ser mal û dukanên welatîyan

Çekdarên grûpa Emşat, roja Sêşemê li nahîyeya Şîyê ya herêma Efrînê bi zorê hejmarek ji xelkê wê nahîyê ji mal û dukanên wan derxistine.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, çekdarên wê grûpê piştre dest danîne ser mulkê wan welatîyan û mulkên wan bi kirê dane erebên ku ji deverên din ên Sûrîyê li herêmê hatine bicihkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê navê 7 welatîyan belav kirîye, ku grûpa Emşat li nahîyeya Şîyê dest danîye ser mal û dikanên wan û bi kirê dane Ereban.

Herweha çekdarên Emşat baca bi zorê li ser cotkarên herêma Efrînê ferz kirin û kesên ku rezê wan ên tirî hene, divê ji sedî 15 ji berhemên xwe bidin wan çekdaran.

Grûpa çekdarî ya Emşat, yek ji grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê ye ku Tirkîye piştgirîya wan dike û piştî dagîrkirina Efrînê, li hin deverên wê herêma Rojavayê Kurdistanê bicih bûne û zordarîyê li xelkê resen ên Efrînê ku Kurd in, dikin.

Fermandarê wê grûpê kesek bi navê Ebû Emşe ye.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist