Li Siwêdayê hejmara kuştiyan gihişt 1120 kesî

.

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê di şer û pevçûnan de ji hemû aliyan hejmara kuştiyan gihîşt 1120 kesî.

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî dide ku rewş ber bi tundûtûjiyeke zêdetir ve tê kişandin.

Li gorî raporeke SOHRê ku îro hatiye weşandin, di nav qurbaniyan de 194 înfazkirinên meydanî û tasfiyeyên li ser bingeha mezhebî hatine tomarkirin.

Birêvebirê SOHRê Ramî Ebdulrehman li ser berdewamiya tundûtûjiyê û kişandina ber bi binpêkirinên zêdetir ên ku sivîlan dikin hedef hişyarî da.

Hejmara kuştiyan ji 13ê Tîrmehê ve, ji ber şer, înfazkirinên meydanî û bombebaranên Îsraîlê gihiştiye 1120 kesî û bi vî awayî dabeş dibin:

- 531 kes ji xelkê parêzgeha Siwêdayê ku 104 ji wan sivîl in û di nav wan de 6 zarok û 16 jin hene.

- 373 endamên Wezareta Parastinê û Asayîşa Giştî ku 18 ji wan ji eşîrên Bedewî ne û çekdarekî Libnanî jî di nav de ye.

- 15 endamên wezaretên parastinê û navxwe ku ji ber êrişên asmanî yên Îsraîlê hatine kuştin.

- 3 kes, di nav de jinek û du kesên nenas ji ber bombebarana balafirên Îsraîlê ya li avahiya Wezareta Parastinê hatine kuştin.

- Rojnamegerek di dema pevçûnan de li Siwêdayê hatiye kuştin.

- 194 kes, di nav de 28 jin, 8 zarok û kalek ji aliyê endamên wezaretên parastin û navxwe ve li meydanê hatine gulebarankirin.

- 3 kes ji eşîrên Bedewî, di nav de jinek û zarokek, ji aliyê çekdarên Durzî ve li meydanê hatine gulebarankirin.

Hawanekê lihevkirina li ser pevguhertina dîlan têk da

Ramî Ebdulrehman her wiha got, “Îro, ketina hawanekê li pêgehên çekdarên eşîran ên li bakurê Siwêdayê, pêvajoya pevguhertina dîlan têk da ku biryar bû îro êvarî li bajarokê Um Zeytûnê pêk bihata.”

Ev yek jî bû sedema aloziyeke ewlehiyê û rawestandina demkî ya rêkeftinê.

Berê li gundên bakurê Siwêdayê ji bo pêkanîna rêkeftinekê di navbera komên xwecihî û çekdarên eşîran de amadekarî hatibû kirin, di demekê de ku binpêkirin û pevçûn berdewam bûn.

Çekdarên Durzî bajarokê Eriqeyê kontrol kir, li hemberî vê yekê çekdarên eşîran jî gundê Rîme Hazimê girt.

Siyaset Haberleri

Omêd Xoşnaw: Projeya ava Hewlêrê yek ji projeyên herî dîrokî ye
Mesrûr Barzanî: Em amade nînin dest ji mafên xwe yên destûrî berdin
Îran bi welatên Ewropî re dest bi danûstandinên nukleerî dike
SOHR: Komek ciwan li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hatin desteserkirin
ENQERE - Di protestoya Komkujiya Sirûcê de gelek kes hatin desteserkirin