Li Siwêdayê birêvebiriyeke xweser hat damezirandin

.

Komîteya Bilind a Yasayî ya girêdayî Serokatiya Rûhanî ya Durziyan li Siwêdayê ragihand ku ji bo birêvebirina karûbarên parêzgehê ofîseke demkî hatiye avakirin.

Di heman çarçoveyê de, fermandarekî nû ji bo hêzên asayişa navxwe jî hat destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de wekî sedema vê pêngavê "hovîtî û binpêkirinên hêzên hikûmeta demkî û komên çekdar ên girêdayî wê" hatin nîşandan û hat gotin:

"Siwêda di qonaxeke hestiyar û çarenûssaz re derbas dibe. Ev yek jî bû sedema tevgereke rêxistinî ji bo pêkanîna pêdiviyên xelkê û birêvebirina saziyan."

Li gorî daxuyaniyê, erkên komîteyê wekî "birêvebirina karûbarên parêzgehê di warên îdarî, ewlehî û xizmetguzariyê de, parastina saziyên giştî û taybet, rûbirûbûna gendeliyê û rakirina zilmê li ser welatiyên ji hemû pêkhateyan" hatin diyarkirin.

Ofîsa demkî ji 8 endaman pêk tê û nav û berpirsyariyên wan wiha ne:

  • Welîd Fedlullah El-Qedmanî: Sektora encûmenên bajar, bajarok û şaredariyan.
  • Fatin Îbrahîm Cûdiye: Sektora Karûbarên Civakî, Xebat, Heyva Sor û Xwendina
  • Macid Seîd El-Beyrûtî: Sektora Veguhestin, Gihandin, Elektrîk û Peywendiyê
  • Dr. Mazin Faris El-Tewîl: Sektora Tenduristî, Çand, Ciwan û Werzişê
  • Xeldûn Fewzî Ebû Seide: Sektora Aborî, Bazirganî û Pîşesaziyê
  • Nîdal Mihemed Ezîz: Sektora Plansazî, Bûdce û Kompanyayên Sektora Giştî
  • Îsam Ureyc: Sektora Çandinî, Çavkaniyên Avê û Karûbarên Avadaniyê
  • Dr. Newal Yûnis Neîm: Sektora Perwerde, Geştûguzar, Şûnwar, Jîngeh û Çavkaniyên Kanzayî.

Her wiha Mahir Xalib El-Endarî wekî sekreterê giştî yê parêzgehê hat erkdarkirin.

Ji bo fermandariya hêzên asayişa navxwe jî Şekîb Ecwed Nesir û wekî alîkarê wî jî Emîd Enwer Adil Rizwan hatin destnîşankirin.

Siyaset Haberleri

Şertê Artêşa Îraqê ji bo cotkaran: Pêşî li 'zêdegaviyê' mukir werin, paşê garis biçinin
Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin