Li Şirnexê teqîn

Di encama teqînekê de li Şirnexê 2 leşkerên tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya parêzgarîya Şirnexê, ew teqîn li nêzikî binkeyeke serbazî ya artêşa Tirkîyê li navçeya Xezexê ser bi wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ve rû daye.

Li gor zanyarîyên hatîye belavkirin bombeyeke destçêkirî li nêzikî binkeya serbazî ya leşkerên Tirkîyê li devera girê Pîsîkaya, bombeyeke destçêkirî hatîye tespîtkirin.

Li ser tespîtkirina wê bombeyê serbazên pispor ên wî welatî hewl dane ku bombeyê bêbandor bikin, lê li gor zanyarîyan ew bombe di nav leşkerên Tirkîyê de teqîyaye û di encamê de 2 leşkerên wî welatî hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Herwiha hatîye ragihandin ku operasyonên li wê herêmê li dijî gerîlayên PKKê berdewam dikin.

Derbarê wê teqînê de heta niha ji alîyê PKKê ve ti zanyarîyek nehatîye belavkirin.

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin