Li Şirnexê qedexe

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cûrên çalakîyan weke xwepêşandan, meş û kombûn ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, hemû corên çalakiyan weke xwepêşandan, meş û kombûn ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

 

Piştî ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê encamdana hemû çalakiyan hat qedexekirin, vê carê biryar hat dayîn ku li parêzgeha Şirnexê jî hemû çalakî bêne qedexekirin.

 

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihandiye, biryara qedexeyê bo dema 15 rojan e û dê heta 6ê Îlonê berdewam be.

 

Li gor daxuyaniyeke parêzgarê Şirnexê, armanc ji vê biryarê rêgirtina li ber encamadana tawanan û parastina asayîşa giştî û belavbûna tûndûtûjiyê ye.

 

Qedexekirina çalakiyan li parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê, piştî biryara ji kar dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê û danîna qeyûman li ser şaredariyên wan bajêran tê.

 

Roja 19ê Tebaxê, bi biryareke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, her yek ji Ahmet Turk, Seçuk Mizraklî û Bedia Ozgokçe, serokên şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist