Li Şirnexê heta 15 rojan çalakî û xwenîşandan hatine qedexekirin

Walîtîya Şirnexê hemû çalakî û xwenîşandanê li bajêr, heta 15 rojan qedexe kirîye.

Navenda Nûçeyan

 

Walîtîya Şirnexê aşkere kirîye ku xwenîşandan, meşên protestoyî, vekirina konan û daxuyanîyên çapemenîyê jî di nav de li navend û navçeyan heta 15 rojan hemû çalakî qedexe kirîye.

 

Walîtîyê di daxuyanîya xwe de wiha gotîye:

“Bi armanca dabînkirina ewlehîya netewî, parastina sîstem û ewlehîya civakê, pêşî li sûckirinê bigirin, parastina maf û azadîyên giştî û kesên din, dabînkirina ewlehîya rêwî û hatûçûnê ya giştî, pêşî li bûyerên tundkarîyê û her cure rewşên neyênî” li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Birêvebirina Bajaran a Hejmar 5442yê û Xala 17em a Qanûna Civîn, Meş û Xwenîşandana a hejmar 2911ê, ji 1ê Çirîya Pêşîyê ya 2019ê û pê de heta 15 rojan biryara qedexeyê standîye.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist