Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin

Li Şirnexê 10 jê polis 15 kesên ku hat diyarkirin li ser Rêya Amûşê di pêkanîna trafîqê de bertîl ji ajokaran digirin, hatin binçavkirin. Ji polisan 5 jê hatin girtin. 

 

Li Şirnexê 10 jê polis 15 kesên ku hat angaştkirin li ser Rêya Amûşê ya di navbera Şirnex û Mêrdînê de di pêkanîna trafîqê de bertîl ji ajokaran digirin, hatin binçavkirin. 5 polis ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hatibû vekirin de hatibûn binçavkirin, piştî girtina gotinên wan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 5 polisên din jî sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. 5 sivîl jî piştî girtina gotinên wan ên li dozgeriyê hatin berdan. Hat diyarkirin di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna 2 kesan didome. 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê