Li Şirnex û Sêrtê operasyoneke nû ya leşkerî hat destpêkirin

.

 Li parêzgehên Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç-27 (Besta-Herekol)” da destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 30ê Temûza 2022ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Şirnex û Sêrtê yên  Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgehên Şirnex û Sêrtê yên  Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-27” bi beşdarbûna 1377 leşkerên ser bi  Fermandariya Cendirme û cerdevanan destpê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin