Li Şirnex û Heftanînê şer: 3 leşker û 9 gerîlayan canê xwe ji dest dan

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera leşkerên Tirkîye û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket û di encamê de 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera leşkerên Tirkîye û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket û di encamê de 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihand ku gerîlayên wan li herêma Heftanînê li Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkîyê kuştine.

 

Li herêmên çiyayî yên navçeya Elkê di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkîyê de şer derketîye.

 

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku di encama şerê di navbera PKK û hêzên Tirkîyê de 9 gerîlayên canê xwe ji dest dane.

 

Li gor heman daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Tirkîyê operasyon li deverê berdewam e.

 

HPG: 3 leşker hatin kuştin

Ji alîyê din ve Navenda Ragihandina HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku roja 22ê Îlonê hêzên wan saet 09:15an li dijî hêzên Tirkîyê li Gelîyê Pixasayê li herêma Heftanîn êrişek pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

 

Li gor daxuyanîya HPGê heman rojê hêzên wan saet 10:00an cara duyemîn li dijî leşkerên li li heman herêmê çalakîyeke din pêk anîne û di wê êrişê de jî leşkere hate kuştin.

 

Herwiha HPGê ragihand ku yekîneyên wan ên çalakî pêk anîne bi ziyan gihiştine baregaha xwe.

 

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir