Li sînorê Soran û Herîrê 4 dron ketin xwarê

.

 Li deverên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê û Herîrê çar dron ketin xwarê. Di encama bûyeran de ziyanên madî çêbûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê got, îro 12ê Tebaxê li çend herêmên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, qezaya Xelîfanê û nehiya Herîrê çar dron ketin xwarê.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me, dronek li navenda bajarê Soranê li ser maleke sivîl ketiye. Di encamê de ziyaneke mezin a madî gihîşt malê, lê xweşbextane ti kes birîndar nebûye.

Du dron li nêzîkî gundekî ser bi qezaya Xelîfanê ve ketin xwarê.

Drona çarem jî li ser Çiyayê Benî Herîrê ket. Ji ber ketina dronê agir bi dar û giyayên li ser çiyê ket.

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide