Li Şingalê otomobîlek hat bombebarankirin

.

Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayîşa Êzidiyan diyar kir ku di wesayîtê de 3 kes tê de bûn.

Welatiyekî bajarê Şingalê ku nêzikî bûrerê bû ji Rûdawê re ragihand, "Li nêzîkî xaleke kontrolê ya di navbera Şingal û Tel Qesabê de otomobîlek ji aliyê balafirê ve hat hedefgirtin, 2 kesên ku ji otomobîlê hatin hatin peyakirin birîndar bûn."

Li aliyê din, Fermandeyê Asayişa Êzdixanê yê Şingalê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Ew otomobîla YBŞyê ya ser bi PKKyê bû û du zilam û jinek tê de bûn.”

Heyder Şeşo da zanîn ku her du kes birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê û "Jina ku ne ji herêmê ye bi saxî xilas bû."

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin