Li Şingalê goreke bikomî hat dîtin

Li Şingalê goreke din a bikom a Kurdên Êzdî hat dîtin û termên 6 kesan têde ne.

Li Şingalê goreke din a bikom a Kurdên Êzdî hat dîtin û termên 6 kesan têde ne.

 

Li gor zanyariyan, gora bikom dikeve nêzîkê Rêveberiya Polîsên Şingalê û piştî dîtinê wê gorê,  termên 6 Kurdên Êzdî têde hatin dîtin. Li gor belgenameyên wan kesên di nav gora bikom de ne, hemû akinciyên Şingalê ne.

 

Heta niha 81 gorên bikom li sînorê navçeya Şingalê hatine dîtin, 17 gorên bikom hatine vekirin û termên 235 kesan di nav wan goran de bûn.

 

Term bo Pizîşkiya Dadê hatine şandin û lêkolîn li ser wan tê kirin.

 

Tîmekî Neteweyên Yekbûyî bi dîtina gorên bikom û belgekirina tawanên DAIŞê dijî Kurdên Êzdî ve mijûl e.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist