Li Şingalê 7 gorên din ên bi kom hatin dîtin

Heft gorên din ên bi kom ên Kurdên Êzidî li sînorê nahiya Gir Uzêr hatin dîtin û wisa tê pêşbînîkirin ku 70 kelex têde hebin.

Rêveberê Bajarokê Gir Uzêr, Neqîb Şukir ragihand: “Hefteya derbasbûyî zanyarî gihiştin me li ser hebûna gorên bi kom li devera Solax a ser bi Gir Uzêr, piştî serdana me ya bo wê deverê, derket holê ku heft gorên bi kom têde hene.”

Li gor gotina Neqîb Şukir, tê çaverêkirin ku nêzîkî 70 rufatên Kurdên Êzidî di wan gorên bi kom de bin.

Neqîb Şukir herwiha eşkere kir: “Ji ber ku rê xirab e, ti tîmekê nekariye serdana wê deverê bike, lê di van çend rojan de em dê tîmên rakirina gorên bi kom bibin wê deverê û wan goran rakin.”

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?