Li Sineyê 14 mamoste hatin cezakirin

.

 Wezareta Perwerdeyê ya Îranê cezayê derkirina endamên Birêvebiriya Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyên Sîneyê pesend kir û 14 mamoste bi awayekî daîmî yan demkî ji kar hatin dûrxistin.

Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê ya li Sîneyê ragihand ku Lijneya Vekolîna li ser Gilînameyên Binpêkariyên Îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îranê cezakirina 14 mamosteyên wî bajarî pesend kiriye û piraniya wan bi derkirin yan jî malnişîniya neçarî hatine cezakirin.

Kesên ku hatine cezakirin, 2024an wekî endamên desteya birêvebir a Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyên Sîneyê hatibûn hilbijartin û piştî hilbijartina wan a li Perwerdeya Sîneyê doz li wan hatibû vekirin.

Li gorî biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, Mecîd Kerîmiyê ku 23 sal in mamostetiyê dike, Xiyas Nîmetiyê ku 17 sal in mamostetiyê dike û her wiha 8 mamosteyên din bi derkirina daîmî hatin cezakirin.

Her wiha Selah Hacîmîrzayî bi dûrxistina ji mamostetiyê ya ji bo salekê û Nesrîn Kerîmî û Leyla Zarî jî bi daxistina pileya mamostetiyê û malnişîniya neçarî hatin cezakirin.

Feysel Nûrî jî bi 5 salan durxistina ji Kirmaşanê hat cezakirin.

Piraniya mamosteyên ku hatine cezakirin xwedî masterê in.

"Ji Wezareta Karên Navxwe ya Îranê destûr wergirtiye"

Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê ya li Sîneyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew meclis beriya 20 salan bi awayekî yasayî bi armanca gihandina daxwazên mamoste û xwendekaran ji Wezareta Karên Navxwe ya Îranê destûra çalakiyê wergirtiye.

Meclisê her wiha da zanîn ku civîna hilbijartina desteya birêvebir a meclisê ya sala 2024an bi agahdariya Parêzgarê Sîneyê û bi awayekî online û eşkere hatiye lidarxistin.

Ji sala 2018an ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, mamosteyên dibistanan li ser daxwaza Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyan gelek caran ji bo daxwazkirina xwestekên xwe yên pîşeyî û perwerdeyê kom bûne û grev li dar xistine.

Li gorî amarên Meclisa Pîşeyî ya Mamosteyên Îranê, di wê demê de bi sedan mamoste bi derkirin, dûrxistin, girtin û daxistina pileya mamostetiyê hatine cezakirin.

Siyaset Haberleri

Koalîsyon li Rojavayê Kurdistanê baregehên xwe bihêz dike
Şam rê nade mazot derbasî taxên Kurdan ên Helebê bibe
Daxwaza Kurdan bû hêviya pêkhateyan: Federalî, kanton an nenavendîtî?
Silêmanî.. Pêşangeheke hunerî bo nexweşên talasîmyayê hat vekirin
Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat