Li Sine girtîyekî kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtîyekî kurd hat bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan- Malpera Hengaw ragihandîye, îro danê sibê girtîyekî kurd bi navê Ferzad Seyf Penahî (36 salî) li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hat bidarvekirin.

Li gorî agahîyan, ew welatîyê kurd ji ber sebebek ne dîyar, li ser kuştina kesekî bi navê Seidî Qadirî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Ferzad Seyf Penahî sala 2014 li ser kuştina Seidî Qadirî hatibû girtin. Malbata wî gelek hewl dan malbata Qadirî razî bikin Ferzad efû bikin lê malbata kuştî ew efû nekirin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist