Li Silopiyê otobosek qulibî: 9 mirî!

Hate ragihandin ku li Silopiyê otobosek ku ji Bakur wê derbasî Başûr bibûya qulibî. Di encamê de 9 kes canê xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê basek ku ji Tirkiyê ber bi Iraqê ve diçû qulibî, di encamê de 9 kes canê xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li navçeya Silopiyê nêzikê deriyê Îbrehîm Xelîl basek qulibî. Hat zanîn Bas ji Tirkiyê birê ketibû û ber bi Iraqê ve dihat û tê de welatiyên Iraqê hebûn.

Rêvebirê Asayişa Deriyê navdewletî ya Îbrahîm Xelîl, Ebdilwehab Mihemed ji K24ê re ragihand, kesên ku di base de bûn, xelkê bajarên navîn ên Iraqê û Mûsilê bûn û ji Tirkiyê vedigeriyan Iraqê.

Ebdilwehab Mihemed piştrast kir, di encama wê bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne. Piştî rûdanê hejmarek zêde tîmên hawarçûnê û tîmên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyên herî nêzik ên Silopiyê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist